Hunermendê navdar Seîd Yûsif koça dawî kir
PDK-S: Roja 26ê Sibata 2020î, stûnek ji stûnên hunera Kurdî, li nexweşxaneyeke Turkiyê koça xwe ya dawiyê kir, û çû ber dilovaniya Xwedê.
Hunermendê navdar Seîd Yûsif, ji ber kirîzeke dil, li nexweşxaneyeke Stanbûlê yê Turkiyê, jiyana xwe ji dest da.
Hunermendê Kurd û navdar jidayîbûyî sala 1947an e, û bi mîrê tenbûrê tê naskirin.
Seîd Yûsif xwedî gelek berheman e, û bi sedên stranên netewî, û evînî û civakî tomar kiriye û saz kiriye.