Domîz... PDK-Sê seredana Pêşmergeyekî Eylûn û Gulanê kir

Domîz... PDK-Sê seredana Pêşmergeyekî Eylûn û Gulanê kir

PDK-S: Domîz... PDK-Sê seredana Pêşmergeyekî Eylûn û Gulanê kir
Şandek ji rêxistina Domîz ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, roja Duşemê 03.03.2020, seredana pêşmergeyekî kevin kir.

Şanda PDK-Sê ku ji Mihemed Emîn Ebas endamê komîta navendî ya partî, û hin endamên komîta herêmî pêk dihat seredana Eqîdê Pêşmergeyekê ELî Nemo li bajarokê Domîz yê Dihokê kir, û li rewşa wî pirsîn û hêviya tendirustiyek baş jê re xwestin.

Pêşmerge Elî Nemo di herdu şoreşên Eylûn û Gulanê de beşdarî kiriye, û ji sala 1969an ve tevlî hêzên pêşmerge bûye.

Pêşmerge Elî Nemo xelkê gundê Rik Ava yê Dêrka Rojavayê Kurdistanê ye, û di şer û cengên ku hêzên pêşmerge li dijî rêjîmên desthelatdar rabûne li Îraqê beşdarî kiriye.