8 sal li ser damezrandina Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas bûn

8 sal li ser damezrandina Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas bûn

PDK-S: Di 12ê Adara 2020î de, 8 sal li ser damezrandina Hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj re derbas bûn.

Ji despêka şerê Sûriyê, ta roja weke îro, bi sedan girûp, û artêş hatin damezrandin, herdem nakokî, milmilanî, şer û bevçûnên wan li hember hev hebûn, û bi hev diketin, ku di rijandina xwîna Sûriyan, tu kes bêpar, tewan, û gunehkirin nebû.

Bi tenê hêzek kurdî di nav hemû hêzên li Sûriyê de, destê wan bi xwîna sûriyan de nehatiye gevizandin, ew jî hêza Pêşmerge Roj ango Leşkerê Roj in .

Hêza Pêşmergeyê Roj hêzeke kurdî sade ye, tu têkilya pêkhateyên din tê de tune ye, ji keç û kurên Rojavayê Kurdistanê pêk tê, ji xelkê Efrînê bigre ta Dêrka Hemko.

Ji despêka şerê Sûriyê, berê xwe dan Herêma Kurdistanê, û nexwestin destê wan di rijandina xwîna sûriyan de were tomarkrin, û dîroka wan reş bibe, lewma xwe dan hev, û li Herêma Kurdistanê bi serpireştiya serok Mis'ûd Barzanî ew hêz hate damezrandin .

Piraniya wan pêşmegeyan ji artêşa rêjîma Sûriyê veqetiyane, û di kuştina xwepêşanderan, û rûxandina mal, û dizîna milkên welatiyan li Sûryê de beşdar nekir, û red kir.

Herwiha beşek ji wan ji ber sedemên cuda cuda, wek sedemên siyasî û civakî neçar bûn ji herêmên xwe li Rojavayê Kurdistanê derkevin, û tevlî wê hêzê bibin û beşek din ji xelkê sivîl wek xwebexiş tevlê Pêşmergeyên Roj bûn .

Hêza pêşmergeyê Roj di 12 Adara 2012 an, hate damezrandin, di gelek xulên rahênan, û perwerdekirinê de beşdar bûn, ku bi şêweykî akadîmî li ser bikaranîna hemû curên çekan, sivk, nêv giran û giran hatin fêrkirin.

Hijmara wan derdora 7000 pêşmerge ye, gelek efser piştî beşdariya wan di xulên evseran, bi serpireştiya efserên biyanî yên pispor derçûn û cihê xwe girtin .

Di Gelawêja sala 2014 an de, dema êrîşa hovane ji aliyê rêxistina DAIŞ a teror hatiye ser Herêma Kurdistanê , bi dil û can bi lehengî ,gernasî, û qehremanî bi hevşanê xwe, yên hêzên Pêşmerge re beşdarî di şer de kir, û berevaniya xaka Kurdistanê kir, û destanek di wî şerî de tomar kir, û hişt ku navê xwe di dunyayê belav bibe .


Di Cotmeha sala 2017an, dema çekdarên Heşda Şebî êrîşî Herêma Kurdistanê kiriye, dîsa hêzên Pêşmergeyên Roj xwe ji hiştina di beşdarîkrinê ji wî şerî jî nekir, û destanek din li Rebî'e ,Zumar, û ser sînorê navbera Rojava û Herêma Kurdistanê tomar kir, mil bi mil bi fermandayê hêzên taybet ya pêşmergeyan birêz Mensûr Barzanî, nehiştin ku dujmin bi bostekê berv xaka Kurdistanê ve were.

Ta roja weke îro, diruşm û senbula li ser sîngê birêz Mensûr Barzanî navê Pêşmegeyê Rojava li ser e, ji ber ku bi çavê xwe xweragrî, û berxwedana hêzên Pêşmergeyên Roj di şer de dît, û herdem bi serbilindî û serafrazî dibêje ku ew endamekî hêza pêşmegerên roj e .

Bi dehan ji ciwanên kurd di wan herdu şerên navbûrî, şerên DAIŞ, û Heşda Şe'bî de, canên xwe kirin qurbaniya xaka Kurdistana pîroz, û şehîd bûn.

Bi beşdariyeke mezin ji xelkê Başûr xatir ji wan pakrewan dihat xwestin, û bi sîngekî bervereh, li Rojavayê Kurdistanê pêşwazî li termên wan dihat krin, û li nav xaka xwe de bi xak dihatin spartin, herweha beşek ji wan pakrewan ji ber dûrbûna rê li Herêma Kurdistanê bi xak dihatin spartin .

Di 3ê Sibata 2019an, û bi daxuyaniyeke fermî ji serkirdeyê Pêşmergeyên Leşkerê roj, li jêr navê ji kok bo reseniyê serkirdayetiya Pêşmergeyê Roj, cûdabûna rêveberî ji hêzên Zêrevanî ragihand, û spasiya hêzên Zêrevanî li ser kar, û xebata wê ji bo Leşkerê Roj kir, û soza berdewamiya tekoşîn, xebat û berxwedaniyê da .

Keç, û kurên kurd yên di nav refên Pêşmergeyên Roj, wek çawa beşdarî di şerê mezintirîn rêxistin, rêxistna DAIŞ a teror û Heşda Şebî de kir, herdem radigihînin ku amade ne beşdariyê di berevaniya xaka Rojavayê Kurdistanê de, bikin.

Dîroka kurdî, û ya Sûriyê bi taybetî, di çarçoveya salên bûrî, bi şaneziyeke mezin nivîsandiye, ku bi tenê hêzên Pêşmergên Roj destê wan di kuştina sûriyan de, çi ereb, kurd, yan pêkhateyên din nebûye.

Herdem çekên wan ji bo dujmin rakiriye, û di hizir û raman wan deye, ku tu carî di kuştina sivîlan de beşdar nakin, lewma îro hemû miltê kurd, ji kal û pîr, keç, û kur mêr, û jin ji Dêrika Hemko ta Efrîna rengîn, dixwazin ku hêzên Pêşmerge werin, û xaka wan biparêzin û destê xwe deynin ser wan herêman .