UNICEF daxwaza parastina zarokan li Sûriyê dike
PDK-S: Rêxistina UNICEF ya zarokan daxwaza parastina zarokan li Sûriyê kir .
Di daxuyaniyekî de rêxistina UNICEF ya zarokan ya bi ser Netewên Yekgirtî ve roja Înê daxwaz ji welatên Cîhanî û raya giştî kir, ku dev ji zarokên Sûriyê bernedin û bi hemû karînên xwe wan zarokan bibparzên .
Rêveberê cîbicîkar yê rêxistina UNICEF li Almaniya Kirîstyan Şinaydir ragehand, ku şandna alîkaryên mirovî bo Sûriyê nikare şer li wî welatî rawestîne lê bi tenê dikare êş û azarên gelê Sûriyê sivik bike û ev yek nîşana mirovahiyê ye û got pêwîste hemû welatên Cîhanî bi erkê xwe rabin û zarokan li tevaya Sûriyê biparêzin.