Qamişlo... KNKê seredana nivîsgeha PDK-Sê kir
PDK-S: Şandek ji Kongira Niştîmanî ya Kurdistanî KNKê, îro 15ê Adara 2020î, seredana nivîsgeha Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kir.
Şanda KNKê, ji aliyê Mihemed Ismaîl berpirsê birêvebir yê Polîtbîroya PDK-Sê û endamên din ve hate pêşwazîkirin.
Li gor nûçegîhanê ARKê ku seredan bi mebesta pêşkêşkirina pîrozbahiyan hate encamdan.
Şanda KNKê bi serokatiya Ekrem Hiso, û her yek ji Ebîr Hesaf, Sulêman Ilyas, û Merwan Hesen pêk dihat.