Kobanê... Mayînek bi Kurdekî de teqiya

Kobanê... Mayînek bi Kurdekî de teqiya

PDK-S: Li gundekî Herêma Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, duh 15ê Adara 2020î, mayînek bi welatiyekî Kurd de teqiya, di encamê de, bi tundî birîndar bû.

Jêdereke nêzîkî malbatê ji ARKê re ragihand: Dema Neqşî Mihemed Mihemed, di ziviyê xwe li gundê Kîkan yê ser bi Kobanê ve, kar dikir, rastî mayînekê hat, di encamê de bi tundî birîndar bû.

Heman jêderê bal kişand ser wê yekê ku ji ber teqîna mayînê, navbûrî di dest û çavên xwe de birîndar bû, û ji Kobanê ji bo nexweşxaneyeke Munbicê hate veguhestin, û niha di bin çavdêriya tenduristî de ye.

Jêderê tekez kir ku gundê Kîkan tijî mayîn bûye, nexasim li aliyê gund.