Efrîn bi mûşekan hate armanckirin

Efrîn bi mûşekan hate armanckirin

PDK-S: Di salvegera duyem ya desteserkirina Turkiyê û girûpên çekdar ji Efrîna Rojavayê Kurdistnê re, navenda bajêr rastî çend mûşekan hat.

jêderek xwecihî ji ARKê re da zanîn ku Efrîn bi 5 mûşekan hate armanckirin, û ziyanên canî û madî tomar kirin.

Heman jêderê tekez kir ku mûşek li navenda Rewşenbîrî, û nexweşxaneya Avrîn û rêya Keferşîlê ketin.

Ta sazkirina vê nûçeyê tu aliyekî berpirsiyaretiya xwe ranegihandiye.