Peyama Serok Barzanî ya ji bo Newroz û serê sala nû ya Kurdî

Peyama Serok Barzanî ya ji bo Newroz û serê sala nû ya Kurdî

Peyama Serok Barzanî ya ji bo Newroz û serê sala nû ya Kurdî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Newroz û serê sala 2720 ê Kurdî pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên xweşdiviyên li hûndir û derveyê welat dikim û hêviya aştî û aramiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Mixabin niha navçeya me û hemû cîhan li gel gefeke şewb û petayeke cîhanî ve rûbirûye û bi vê sedemê jî gelek welatên cîhanê li rewşeke xerab ya tendirustî û aborî hatiye holê. Ji bo gelê Kurdistanê jî ev şewb bûye gefeke mezin û derbasbûna wê îradeyekî hevbeş û pabendbûn û xweparêziya giştî pêwîste. Li vir da bi pêwîst dizanim daxwazê ji hemû aliyek bikim ku wekî erkekî niştimanî bi hûrî pabendî rênimayiyên tendirustî û rêkarên Hikûmeta Herêmê û aliyên peywendîdar bibin. Hindî em hemû pabendî rênimayiyan bibîn û xwe biparêzîn ewqas jî gefa wê şewba metirsîdar li ser welatiyên Kurdistanê kêmtir dibe.

Cihê xwe ye destxweşiyê li destpêşxerî û biryar û hengavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikim ku her li serê destpêka vê şewbê heta niha, bûne sedema wê yekê ku rêjeya belavbûna şewbê li astekî gelek kêm da bimîne û bi beramber li gel welatên dewruber, Herêma Kurdistanê parastîtir bimîne. Spasî ked û xebata şev û rojiya Tîmên Pizîşkî, Asayîş, Polîs, Pêşmerge û hemû aliyên peywendîdar dikim ku li vê roja dijwar da berpirsiyariya dîrokî û hestiyar li ser milê wane û erkekî mînakî û nimûneyî bi cîh kirine.

Ji wê yekê piştrastim ku pişt bi xwedê û bi hevkariya di navbera xelk û Hikûmet û pabendbûna hemû aliyek vê astengiyê jî bi selametî derbas dikîn.

Newroza we pîroz û hêviya xweşî û şadî û tendirustiyê ji bo xelkê xweşdiviyê Kurdistanê dixwazim.

Mesûd Barzanî
20.03.2020