Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Xwendevan Cejna Newrozê li Kurdan pîroz dike

Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Xwendevan Cejna Newrozê li Kurdan pîroz dike

Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Xwendevan Cejna Newrozê li Kurdan pîroz dike

Kurdistaniyên birûmet li tevahiya Cîhanê
Revenda Kurdistanî li Ewropa
Ciwan û Xwendekarên me yên birûmet

Bi helkeftina hatina Cejna Newroza 2020 (Ser Sala Kurdî ya 2720) germtirîn pîrozbahî arastyî we dikin.

Newroz ku sembola Aşitî û Azadiyê ye li dijî Neheqî û zilmê. tevî hemû astangîyên ku em tê de derbas dibin vê Salê, û yên ku bûn sedema nelidarxistina Şahiyên vê roja ku xwedî mîrateyek Netewî ye, omîdewarin ku bihatina Newrozê bibe destpêkek nû bo bi dawîbûna vê Pandemiya Cîhanî (Korona).

Ji ber vê xeteriya ku Cîhan tevda tede dijî, em ji revenda xwe ya Kurdistanî daxwaz dikin ku pabend bin bi hemû pîvanên ku ji layê hukûmetên Ewropî û herwiha Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê bo sînorkirina belavbûna vê Pandemiya Cîhanî ya bi Navê (Korona).

omîdewarin ku Sala nû bibe Sala xêr û aşiîtiyê li tevahiya Cîhanê, û bibe Sala serkeftinê bo doza Miletê me ya rewa li her 4 Parçeyên Welatê me.

Bijî Kurd
Bijî Kurdistan û serkeftin bo Doza me ya rewa

Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokratî Kurdistanî - Rojava
Dortmund 21/03/2020