Nêçîrvan Barzanî Newroz pîroz kir: Em dê vê qonaxê jî derbas bikin û biserkevin

Nêçîrvan Barzanî Newroz pîroz kir: Em dê vê qonaxê jî derbas bikin û biserkevin

PDK-S: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cejna Newrozê û serê sala nû ya Kurdî li tevahiya gelê Kurd û Kurdistaniyan pîroz kir û daxwaz ji gel kir, ku ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê li malên xwe bimînin.

Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de spasiya tîmên tendirutî, polîs, asayiş, Zêrevanî û Pêşmerge, hêzên ewlehiyê, karmendên firokexaneya û deriyên sînorî û hemû aliyên peywendîdar dike û dibêje, “ew di rêza herî pêş a rûbirûbûna vîrua Koronayê û metirsiyên wê de ne û canê hemwelatiyan diparêzin”. Barzanî diyar dike, ew kes ji bo parastina me li ser kar in û ji bo alîkariya wan, divê em li malê bimînin.

Serokê Herêma Kurddistanê amaje bi metirisyên belavbûna vîrusa Koronayê dike û qonaxa niha wek qonaxeke dijwar bi nav dike û dibêje: “Newroza îsal di rewşeke dijwar de tê, ku Herêma Kurdistanê wek piraniya welatên cîhanê rûbirûyê metirsiyên belavbûna vê şewbê bûye. Di van şert û mercan de divê em hemû pabendî rênimayiyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin.”

Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Newroz cejn û sembola serkevtinê ye û divê wek hertim hêz û wêrekiyê bide me. Bi pabendbûnê û alîkariya hemwelatiyan li gel aliyên peywendîdar, em dê vê qonaxa dijwar jî derbas bikin û serkevin.”

Di berdewamiya peyamê de tê gotin: “Ji berê ve gelê Kurd û Kurdistanê bi geşt û seyranan û vekirina agirê Newrozê fêr in, lê belê bo îsal û ji ber vê rewşa niha, bila em hemû alî pabend bin û li mal bimînin. Bila em bi pêxistina mûmekê li mal agirê Newrozê hil bikin û hêviya serkevtinê û derbaskirina vê rewşê bixwazin, û geşt û seyran bila bimînin piştî derbaskirina dijwariyan.”

Serokê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Welatiyên ezîz…

Çi ji bo vê rewşa bi sedema şewba Korona û encama wê ya li hemû aliyan ve hatiye û tê holê, çi ji bo muamelekirina li gel rewşê û pêşhatên siyasiyên Iraqê jî bê, Herêma Kurdistanê divê tebayî û yekrêzî û karê pêkveyî û bi hevkarî û hemahengiya li navbera aliyên siyasiyan da biparêze. Hemû bi giyanekî berpirsane ya niştimanî û li ser bingeha berjewendiya bilinda Herêma Kurdistanê tevbigerin. Em jî li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li ser karkirina ji bo vê armancê berdewam dibîn.

Li ser asta Iraqê jî em tekez dikin ku Herêma Kurdistanê wekî herdem ji bo çareserkirina kêşe û qeyranên welat û dirustkirina aramî û li hevhatineke siyasiya li Iraqê hevkar dibe. Piştgiriyê jî li wê hikûmeta Iraqê dike ku daxwaz û mafên rewayên gel û pêkhatên Iraqê desteber bike û taybetmendî û mafê destûriyên Herêma Kurdistanê jî biparêze.

Cîhan niha bi sedema Korona ve bi rewşeke gelek xerab de derbas dibe. Ev şewb jiyana mirovan li rûyê tendirustî û aboriyê ve xistiye rewşeke yekcar çaverênekirî ve ku derbasbûna wê pêwîstî bi hevdû têgihiştin û hevkarî û hemahengiyeke mezina cîhanî ye.

Ji bo vê mebestê jî pêwîst e rêxistinên navdewletî û navçeyî her çi zûye rola xwe ya bi navê kêmkirina ziyanên wê da bibînin, Herêma Kurdistanê jî hevkar dibe.

Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê biparêze. Cejna Newroz li hemûyan pîroz bê, hêvîdar im cejn û helkeftên bê li keş û rewşeke baştir de pîroz bikin.”