Endamekî PDK_Sê di bûyerekê de çû ber dilovaniya Xwedê

Endamekî PDK_Sê di bûyerekê de çû ber dilovaniya Xwedê

PDK-S: Penaberekî Kurd li kampa Dare Şekranê, dema bi karê mala xwe radibû, duh 24ê Adara 2020, rastî bûyerekê hat, di encamê de jiyana xwe ji dest da û çû ber dilovaniya Xwedê.

Heysem Silo, penaberê Kurd ku li kampa Dare Şekranê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, li derdora Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dima, dema bi karê mala xwe radibû û dixewst hin têlên mala xwe serrast bike, şefreya alavê birîna têlan jê vebû, û di stûyê wî de hat, di encama wê bûyerê de, yekser jiyana xwe ji dest da.

Heysem Silo, xêzandar e, û bavê 2 zarokan e, xelkê gundê Xerabê Reş yê devera Aliya ya ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye.

Navbûrî endamê Komîta Şaxî ya partiya Demoqrata Kurdistan _ Sûriyê ye.