YXCDK_R bi destpêşxeriyeke mirovî rabûye

YXCDK_R bi destpêşxeriyeke mirovî rabûye

PDK-S: Yekîtiya Xwendekar û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava, destpêşxeriyek mirovî bi mebesta pêşkêşkirina xizmetan ji welatiyên bitemen û xwedî pêdiviyên taybet li bajarên Elmaniya rabû.

Li gor YXCDK_R ragihandiye: "Armanca me ya sereke ew e ku em alîkar bin di sînorkirina vê petaya cîhanî korona (COVID-19) û parastina canê bi hezaran kes".

Yekîtiyê serbar kiriye: "Ji ber vê yekê û wek karekî xwebexş bo xizmeta kesên bitemen û kesên xwedî pêdiviyên taybet ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane wek xwarin û dermanên xwe peyda bikin, bi sedema nederketina wan ji malên xwe ji ber metirsîya koronayê, em amadebûna xwe didin nîşandan bo alîkariya van kesan bi kirîna pêdiviyên wan ji xwarinê û dermanan".

YXCDK_R ameje pê kiriye: "ji Roja Duşemê heya Pencşemê ji demjimêr 10ê heya 15:00 û li van bajaran: Berlin, Hamburg, Bremen, Münster, Hamm, Dortmund, Bochum, Wattenscheid, Duisburg, Kassel, Remscheid, Solingen û Reutlingen dê bi vî karê xwebexş rabin.