Domîz... PDK-Sê alîkariyên mirovî li ser penaberan belav kirin

Domîz... PDK-Sê alîkariyên mirovî li ser penaberan belav kirin

PDK-S: Rêxistina Domîz ya Partiya Demoqrata Kurdistan _ Sûriya, îro 30î Adara 2020î, alîkariyên mirovî li ser penaberan re belav kirin.

Li gor Rêxistina Domîz li ser rûpela xwe ya fêsbûkê ragihandiye ku, bi hilmetek belavkirina pêdiviyên xwarinê li ser penaberan re rabûye.

PDK_Sê herwiha ameje pê kiriye ku komîtek damezrandiye da ku penaberan li ser pabendbûna bi rênima û rêkarên xweparastinê, û biryarên herdu Wezareta Hundir û Tenduristiyê han bidin.

Beriya hefteyekê heman rêxistinê, kemame li ser penaberan re belav kiribûn.