Nêçîrvan Barzanî cejna Ekîto pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî cejna Ekîto pîroz kir

PDK-S: Bi helkefta hatina cejna Ekîto serê sala nû ya Babilî Aşûrî ve, germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya xûşk û birayên Kildanî, Aşûrî û Siryaniyên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Hêvîdarim ev helkeft ji bo Kurdistaniyan û hemû gelên cîhanê cihê xêr û xweşî û vegerandina hêvî û aramiyê be, ku ji ber şewba Korona ve tûşî rewşeke dijwar û nexwastî bûn.

Her bi vê helkeftê tekez li ser girîngiya hemahengî û hevkariyên hemû dam û dezgehên fermî, aliyan û pêkhatên Kurdistanê pêkve dikim ku bi pabendbûna rênimayiyan û li ber girtina rêyên dirust û pêwîst bi awayeke serkeftî ji vê rewşê derbas dibîn.

Kurdistan wekî herdem landika pêkvejiyanê, lêborînî, mirovdostiyê ye û zarok û gedeyên Krîstiyanan jî pêkhatê resen û girîngê vê çandê ne ku divê bi hemû awayek biparêzîn û bihêztir bikîn.

Cejna Ekîto li xûşk û birayên me yên Krîstiyanan pîroz bê û hêvîdarim pêkve cejn û helkeftên me yên paşarojê li rewşeke baştir da, li sayeya pêkvejiyan û aştî û aramiyê da pîroz bikîn.

Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistaniyan û tevahiya gelên cîhanê biparêze.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.03.2020