Mesrûr Barzanî cejna Ekîto kir

Mesrûr Barzanî cejna Ekîto kir


PDK-S: Bi helkefta hatina serê sala Balilî Ekîto, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nameyek pîrozbahiyê belav kir. Naveroka nameyê weke di rûpela fermî de hatiye belavkirin ev e:

Bi minasebeta hatina sersala nû ya Babilî( Aşûrî- Kildanî) û cejnên Ekîto pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşik û birayên Kildanî, Aşûrî û Sûriyanî li herêma Kurdistanê û cîhanê dikim.

Hêvî dikim sala xêr, xweşî û derbas kirina ev rewşa dijwar be ku jiber belav bûna Koronayê û bandora vê ya abûrî, rastî herêma Kurdistan û cîhanê hatiye.
Daxwaz ji tevahiya aliyan dikim pêbendî tedbîr û şîretên tendirostî bin daku bi hevkariya tevahiya aliyan bikaribin ev rewşa han ya dijwar derbas bikin.

Herêma Kurdistanê mînakeke geş ya bihevre jiyana aştiyane ya olî û etnîkiye ku cîhê şanaziya me ye, hikûmeta herêma Kurdistanê tekez li ser pêbend bûna xwe ya bo parastina mafên tevahiya pêkhateyên herêma Kurdistanê û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane dike.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
31.3.2020