Taxeke Hewlêrê hat kerentîkirin

Taxeke Hewlêrê hat kerentîkirin

PDK-S: Piştî ku ji encama danîna du şîniyan li taxeke Hewlêrê 70 kes bi vîrusa Korona ketin, ew tax bi temamî hat kerentîkirin.

tîmên tenduristiyê li taxa Karîzanê dest bi pişknînê dikin û piraniya welatiyên wê taxê test ji wan re tên kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê aşkere kiribû, hejmarek ji welatiyan ji encama serdana du şînên li taxa Karîzanê bi vîrusa Korona ketine.

Li gor dawî amarên Wezareta tenduristiyê, heta niha li Herêma Kurdistanê 280 kes bi Koronayê ketine, ji nava wan jî 3 kesan canê xwe jidest dane.

K24