PDK-Sê raporta siyasî ya Adarê belav kir

PDK-Sê raporta siyasî ya Adarê belav kir

PDK_S; Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya raporta xwe ya heyva Adara 2020î belav kir, tê de hijmarek doseyên Kurdî û Kurdistanî, herwiha Sûrî û cîhanî gotûbêj kirine.

PDK-Sê raporta xwe wiha dest pê kiriye: Petaya Koronayê, cîhan tevde mijûl kiriye, ku ta niha hîn gotûbêjî navbera aliyên tendirustî û sîyasî de berdewam e, aliyên tendirusît dibînin ku diyardeyeke siruştî ye û bi bê cudahî ketiye nav me de, beşek ji wan jî dibînin ku her sed salî petayek wiha belav dibe û gelek nimûne ji dîrokî tînin.

Li hember wê yekê de, aliyên siyasî dixin çarçoveya şerên biyolojî navbera aliyên nakokdar û yên rikberiyê li ser serkêşiya cîhanê dikin, tevî ku her aliyek buhaneyên xwe hene lê divê tekezî li ser pêwîstiya xweparastinê ji vê petayê were kirin. Hêjayî amajekirinê ye ku, Herêma Kurdistanê di qonaxên yekem de ye di rûbirûbûn û rêgirêkirina vayrosa koronayê de.

Li ser asta Sûriyê, PDK-Sê ronî xistiya ser rewşa Idlibê û rêkeftina agirbesta li wê derê nexasim piştî hevdîtina Erdoxan û Potîn de.
Derbarê Emerîka, PDK-Sê dibêje ku Emerîka hebûna xwe bihêztir dike, bi taybet yasaya sêzer û cîbicîkirina wê di Hizêranê de nêzîk bûye, û diyar e dest ji hevpeymanê xwe Turkiyê bernade, Îran jî bê denge ji ber ku korona di nav wê de berbelav bûye û kirîza abûrî mezin bûye.

Piştî ku PDK-Sê ameje bi siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re, hewriha guhdana wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, û pêşketinên di nava hundurî herêmê, û standina hijmarek biryar ji bo bihêzkirina di her warekî de, siyasî , abûrî, civakî û xwendinê de, û lixwegirtina biryara destbikarbûna bi tîpên latînî, derbasî mijar Rojavayê Kurdistanê bû û nîşan bi wê yekê da:

Ked û kar û hewl li ser hemû astan hene, ku ENKSê di rêya Desteya Serokatiyê û komîteyên destnîşankirî ji bo damezrandina komîteyan li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî kar dike da ku binpêkirinêb berdewam ji dizî, desteserkirin û firotina mal û milkên koçberan werin rawestandin, herwiha kar ji bo vegera derbider û koçberkiriyan were kirin, da ku piroseya guhertina demoxrafî were sekinandin û girûpên çekdar ji bajar û bajarokan werin derxistin û rêveberiyek ji sivîlan were damezrandin tê de pirensîpên pêkvejiyan di navbera hemû pêkhateyan ji Ereb û Kurd û Suryanan werin gerantîkirin, nexasim hin aliyên navdewletî li kêlek ENKSê ne di vê derbarê de.

Li aliyekî din, derbarê hewlên nêzîkkirina nerînên navbera ENKSê û PYDê ji bo karê hevbeş, xuya ye ev ked cidiyeta xwe ji rol û guhdana hin dewletên dost dibin, yan jî pêwîstiyeke van dewletan ji bo pirojeyên xwe di welêt de dibin serî, helwêsta partiya me PDK-Sê di vê derbarê de ji ya ENKSê ne cuda ye, her di çarçoveya keşûbayên guncaw e, û di çarçoveya mercên rastiyane ji bo xizmeta gelê Kurd û doza rastiyane ye. Herwiha hewil berev cîbicîkirina mecên diyaloga rasterast e, ew jî li ser hêviya ku bigihînin hevpariyeke rasteqîne navbera hemû aliyên siyasî yên Kurdî de, bi merca cidiyeta aliyê din be (PYDê).

Di dawiyê de PDK-Sê pîrozbahî pêşkêşî endam û heval û hevpeymanên xwe kir bi helkefta tevlîbûna û yekbûna ku di 3-4-5ê Nisana 2014an de li jêr navel PDK-Sê de, li Hewlêrê çê bûye.