li Sûriyê 4 kesên din bi Veyrosa koronayê ketin

li Sûriyê 4 kesên din bi Veyrosa koronayê ketin

PDK-S:Li deverên jêr kontrola rêjîma Sûriyê pêketina 4 kesên din bi vayrosa Koronayê hate raghandin.

Wezareta tendirustiyê ya rêjîma Sûriyê roja Çarşemê êvarê ragehand, ku 4 kesên din li deverên jêr kontrola wê bi vayrosa Koronayê ketine, û di encamê de li gor tendirustiya rêjîmê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihişte 33 kesan .

her weha tendirustiya rêjîma Sûriyê roja Sêşemê jî pêketina 4 kesên din bi vayrosa Koronayê raghandibû, û amaje kir ku ji wan pêketiyan di demên bihûrî de 5 kes baş bûne û didwan jî jiyana xwe ji dest daye .