Roja Rojnamegeriya Kurdî

Roja Rojnamegeriya Kurdî

PDK-S: Îro 22. 04.2020, helkefta 122an ya roja rojnamegeriya kurdî ye.

Her sal di 22 Nîsanê de roja rojnamegeriya kurdî ye û ev roj li tevahiya kurdistanê tê pîrozkirin.

Rojnameya pêşîn a kurdî, Kurdistan, 122 sal berî niha, di 22 Nîsana sala 1898an de li Qahîrayê ji aliyê kurê mîr Bedirxan, Miqdat Midhet Bedirxan ve hat derxistin.

Piştî derketina vê rojnameyê bi 75 salan, di sala1973 de de li başûrê Kurdistanê, 22 Nîsanê wek roja rojnamegeriya kurdî hat qebûlikirin û destinîşankirin.