Antoniyo Gotêrês teqîna Efrînê şermezar kir

Antoniyo Gotêrês teqîna Efrînê şermezar kir

PDK-S: Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî teqîna terorî ya Efrîna Rojavayê Kurdidstanê ku roja Sêşema bûrî 28ê Nisanê rû dabû bi tundî şermezar kir.

Antoniyo Gotêrês daxuyaniyek li ser malpera fermî ya Netewên Yekgirtî belav kir û tê de teqîna roja Sêşema bûrî ya ku li bazareke bajarê Efrînê bi tundî şermezar kir.

Navbûtî got ku bêhtir ji 40 kesî jiyana xwe ji dest dan di nav de 11 zarok jî hebûn û bi dehan birîndar bûn.