Serok Barzanî bi helkefta roja cîhanî ya karkeran peyamek belavkir
PDK-S: Roja înê 01.05.2020 bi helkefta roja cîhanî ya karekeran, Serok Mesûd Barzanî li tora civakiya twitter peyamekî belavkir ku eve jî naveroka wê peyamê ye:
"Li salvegera roja cîhanî ya karkeran da, germtirîn silav û pîrozbahiyê ji bo hemû karkerên Herêma Kurdistanê, Iraqê û hemû cîhanê dikim. Bi piştrastiyê ve, karê wan ji bo mirovayetiyê bihayekî xwe yê mezin heye.