Serok Barzanî sersaxiyê li malbata hunermend Seîd Gabarî kir

Serok Barzanî sersaxiyê li malbata hunermend Seîd Gabarî kir

PDK-S: Serok Mesûd nameyek sersaxiyê ji malbata hunermendê navdar Seîd Gabarî re şand.
Naveroka nameyê ev e:
avê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdar hunermend Seîd Gabarî

Bi xem û kovaneke zêde nûçeya koça dawî ya hunermendê şoreşgêr û navdarê gelê me, Seîd Gabarî gihîşt me.

Hunermend Seîd Gabarî hemû jiyana xwe ji bo xizmeta hunera resena Kurdî û doza rewaya gelê xwe terxan kir û ji destdana wî ziyan û xesaretekî mezine. Serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya xizm û nasên we û hunermendên Kurdistanê dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê hunermendê koçkirî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
04.05.2020