Mesrûr Barzanî: Seîd Gabarî roleke berçav ji bo piştgiriya Pêşmerge lîstiye

Mesrûr Barzanî: Seîd Gabarî roleke berçav ji bo piştgiriya Pêşmerge lîstiye

PDK-S: Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nameyek sersaxiyê ji malbata hunermendê navdar Seîd Gabarî re şand.
Naveroka nameyê ev e:

Bo malbeta Hunermend Seîd Gabarî

Mixabin nûçeya koça dawî ya Hunermendê nîştimanperwer û navdarê Kurdistanê Seîd Gabarî gehêşte me.
Hunermend Seîd Gabarî xizmeteke gelek zêde pêşkêşî hunera Kurdî kiriye û bi rêya stiranên xwe roleke berçav ya bo piştgîrî kirina hêzên pêşmerge lîstiye.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbeta vî dikim û daxwaz ji xwedê mezin dikim rûhê vî bi cenetê şad bike û aramî bide kesûkar û dostên vî.
Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
4/5/2020