PDK-Sê nameyek arastî malbata hunermendê mezin Seîd Gabarî kir

PDK-Sê nameyek arastî malbata hunermendê mezin Seîd Gabarî kir



PDK-S: Bi koçadawiyê hunermendê Kurdistanî û Pêşmerge Seîd Gabarî, Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, roja Duşemê 4ê Gulana 2020، nameyek sersaxiyê arastî malbat, hezkiriyên wî, rewşenbîr, hunermend û gelê Kurd bi giştî kir. tê de hatiye:

Malbata hunermendê mezin Seîd Gabarî û hezkiriyên wî
Bi xem û êşeke mezin me nûçeya koçbarkirina hunermendê rêzdar û kesayetiya nîştmanî û rewşenbîrî yê xwedî taybetmendiyeke cuda Seîd Gabarî bihîst. Seîd Gabarî ne bi tenê hunermendekî Kurd bi hunera xwe dihat naskirin, û girêdayî bi doza gelê xwe bû, lê belê tevlî rewşa xwe ya tendirustî xebatkarek ji xebatkarên şoreşa Gulanê di nav refên Pêşmergeyên Kurdistanê de cihê xwe digirt, di nav mediyaya Pêşmerge de kar û xebat dikir, karê siyasî û hişyarkirinê jî kiriye, bi dehên vîdiyoyan yên zindî ku di wan de behsa doza Kurdî ji hemî aliyan ve dikir weşandiye, rexne dikirin û nerînên xwe di hemî pirsên girêdayî doza Kurdî û gelê Kurd de bi lehenegî dida.

PDK-Sê serbar kir: Gotinên bi dehên stranên xwe nivîsandine û bi sedan helbest û srûdên netewî ji ber kiribûn, bi şeş zimanan zanîbû û diaxfî Kurdî, erebî, farsî, turkî, ingilîzî, û elmanî.

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya di nameya xwe de amaje kir: Barkirina hunermend Seîd Gabarî ziyaneke mezin e ji malbat, kesûkar, hezkirên wî û hunera Kurdî re bi giştî, herweha ji hemî xebatkarên Kurd nîştmanperweran, ji siyasetmedar û kesên serbixwe re bû. Gabarî bi laşê xwe bar kir, lê rewanê wî û deng û awazên wî wek bilbilekî dengxweş û helwêstên wî yên siyasî wêrek û behwerî û pabendiya wî bi rêbaza Barzaniyê nemer rêbaza Kurdayetiyê de dê her bimînin ronak, û nifşên Kurdî yên bên jî dê bişopînin û dê deng qêrînên wî bimînin çakoçê serê hin aliyên Kurdî, ku li dijî Kurdayetiyê kar dikin.

Di dawiya nameya xwe de PDK-Sê got: Em sersaxiyê ji xwe re, ji malbata wî, gelê Kurd, rewşenbîr, hunermend, û niştîmanperweran re dixwazin, bi hêvî ne Xwedayê mezin wî bi dilovaniya xwe şa bike û cihê wî bihuşta rengîn be.