Siûd Elmela nameyeke sersaxiyê arastî malbata hunermendê mezin Seîd Gabarî kir

Siûd Elmela nameyeke sersaxiyê arastî malbata hunermendê mezin Seîd Gabarî kir

PDK-S: Sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, nameyeke sersaxiyê bi koçadawiya hunermendê navdar Seîd Gabarî belav kir.

Di nameyê de hatiye: Di 4ê Gulanê de nûçeya koçadawiya hunermendê navdar Seîd Gabarî ji me re hat.

Sekreterê PDK-Sê serbar kir: Di destpêka jiyana xwe ya hunerî de, me ew weke hunermendekî pabend bi doza gel û welatê xwe nas kir. Ji ber çalakiyên xwe rastî stemê ji aliyê destheladariya Sûriyê û Iraqê dihat, lê ew yek nebû rêgir ji berdewamiya karê xwe yê hunerî, ta ku bû yek ji navdartirîn hunermendên Kurd.

Siûd Mela herwiha got: Gabarî bi jîr jêhatbûn, dîtin û bîranînên xwe dihat naskirin. Ne bi tenê di rêya hunerê re xizmeta gelê xwe kir, lê belê tevlî qadên siyasî, civakî, rojnamegerî jî bû, û wek çawa di hunerê de peydar bû di wan waran de jî peydar bû.

Siûd Mela nameya xwe bi aytek ji Qurana pîroz bi dawî anî.