PDK-S serdana Rêxistina Asorî kir

PDK-S serdana Rêxistina Asorî kir

PDK-S: Şandek ji serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê,bi serokatiya Siûd Elmela sekretêrê Partiyê serdana rêxistina Asorî ya Demokrat li bajarê Qamişlo kir .

Şanda PDK-Sê bi vexwendineke fermî serdana rêxistina Asorî ya Demokrat li bajarê Qamişlo kir, û hijmarek mijarên girêdayî herdu aliyan gotûbêj kirin, û nerîna hevbeş derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û herêmên kurdî bi taybetî diyar kirin .

Herweha herdû aliyna behsa desteya danûstandkara Sûriyê û pêşeroja Sûriyê kir .

Şanda PDK-Sê bi serokatiya sekretêrê partiyê Siûd Elmela û berpirsê desteya rêvebir Mihemed Ismaîl û endamên polîtbîroya Partiyê Diktor Lazgîn Fexrî û Mihsin Tahir pêk hatbû .

Û ji aliyê sekretêrê rêxistinê Gabryêl Moşiyê û Tîsîr s'dî endamê polîtbîroya rêxistina Asorî ve hat pêşwazî kirin.