Neşet Zaza li ser nûçeya vekişana ENKSê ji Itîlafê hate deng
PDK-S: Neşet Zaza, endamê Polîtbîroya PDK-Sê li ser nûçeya vekişana ENKSê ji Itîlafê li ser rûpele xwe îro 9ê Gulana 2020, ragihand:
Hin alavên ragihandinê nûçeyek belav kir ku yek ji xalên rêkeftina ku tê gotin navbera ENKSê û PYDê de hatiye îmzekirin, vekişana ENKSê ji Itîlafê ye.
Serbar kir: Tevî ku rêkeftin bi tenê hin lihevtêgihiştineke sîyasî derbas nekiriye, û gotûbêjî li ser rêkeftineke giştî li ser hevpariya rêveberî û leşkerî, û siyasî hîn zûye, herwiha mijara girtî û windabûyan nehatiye çaresrkirin, dimîne ku nûçeyên hatine belavkirin, bi tenê ji bo hin aliyan bi mebesta tevdana pelikan e tê.
Navbûrî tekez kir: Eger hebûna ENKSê di Itîlafê de li dijî berjewendiya Kurdan be, tu carî cihê ENKSê di nav Itîlafê dê tune be.
Nişat Zaza, endamê Polîtbîroya PDK-Sê ameje kir: Rewşa siyasî û helwêsta Emerîkî pêwêstiya mana ENKSê di wir de, ji ber piroseya siyasî navbera herdu aliyan wate rêjîm û opozisyon de tekez dikin.