Pêdirson daxwaz ji Rûsya û Emerîka dike danûstandinan derbarê Sûriyê berdewam bikin

Pêdirson daxwaz ji Rûsya û Emerîka dike danûstandinan derbarê Sûriyê berdewam bikin

PDK-S: Şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê dibêje danûstandinan Rûsî Emerîkî roleke wan ya sereke di çareserkirina kirîza Sûriyê de heye ,û daxwaza berdewamiya her du aliyan dike.

Şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê daxwaz ji Rûsya û Emerîka dike danûstandinên girêdayî çareserkirina kirîza Sûriyê berdewam bikin .

Roja Duşemê 18 Gulana du 2020ê ,şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûriyê Gêr Pêdirson daxwaz ji Rûsya û Emerîka kir, danûstandinên girêdayî çareserkirina kirîza Sûriyê û bidestveanîna sûdeke bêhtir ji hin hêmîniya li Sûriyê niha heye berdewam bikin.

Di civîna Encûmena Ewlehiya Navdewletî de roja Duşemê Pêdirson got, ku gelek derfetên guhertinê ber bi çareya siyasî ve li Sûriyê ji destpêka şer ve têk çûn, û hişyarî da û got ku piştî wan derfetan tundutujiyeke tê nûkirin û hemî helwêst jî tundtir dibin.

Pêdirson amaje kir û got , hevdemî hin hêminî û aramiya heyî û metirsiya hevbeş ji Koronayê û rêxistina DAIŞê û berdewamiya azarên gelê Sûriyê ,dixwazim bi tundî tekez bikim , pêwîstiya nûkirina alîkariya Navdewletî ya giştî û avakirina baweriyê di navbera aliyên Navdewletî yên pêwendîdar û gelê Sûriyê de derbarê bidestxistina pêşketinekê heye.

Pêdirson serbarkir ,di baweriya me de , danûstandinên Rûsî Emerîkî roleke wê ya sereke heye ,û daxwaz dikim di vê yekê de berdewam bibin.

Li gor ajansa RT belavkiriye, Şandiyê Navnetewî yê taybet ji bo Sûryê daxuyanî , ku tevlî xala navbihurî ,di vê hewlên Asetana bi beşdariya Rûsya Tirkiya û Îranê yek bibin ,her weha divê hewlên girûpa piçûkrî derbarê Sûriyê jî ku Emerîka, Ferensa , Brîtaniya , Elmanya , Misir , Urdun û Sûdiyê, li xwe digre werin yek kirin li jêr nerîna Netewên Yekgirtî .