Êla Nayif nameyek spasiyê belav kir

Êla Nayif nameyek spasiyê belav kir

PDK-S: Êla Nayif nameyek arastî serkirdayetiya Kurdistanê, û her kesekî sersaxî bi koçadawiya Serokê Êla Mîran Ibrahîm Nayif Paşa kiriye, kir, tê de spasî li ser hestên wan kir.

Di nameye Êla Nayif de ya ku duh hate belavkirin, spasiya Serok Mesûd Barzanî, û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwiha Serokê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî û polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistanê, li ser pêşkêşkirina nameyên sersaxiyê bi koçadawiya keseyatiya civakî Ibrahîm Paşa kiriye.

Nameyê serbar kiriye ku bi koçadawiya Paşa êş û xemek pir mezin di dilê me de hişt, lê bi guhdana we bi şandina sersaxiyê bo sedema ku êşa me sivik bibe, û yek tekeziyeke li ser hestên we yên rast ji bo gelê Kurd.

Ji bilî wê jî, Êla Nayif spasiya her kesekî sersaxî pêşkêş kiriye çi bi rêya beşdarbûnê yan bi rêya telefonê yan jî bi rêya torên civakî be.