Peyama Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîroz

Peyama Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîroz

Peyama Serok Barzanî ya ji bo cejna Remezana pîroz

Bi helkefta Cejna Remezana pîroz, îro roja Şemiyê, Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir. Name ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên cîhan û Iraqê bi giştî û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û her wiha karmendên dezgehên emnî û tendirustiyên Kurdistanê û hemû aliyên peywendîdar dikim ku li çend mehên derbasbûyî bi navê parastina selametiya welatiyan zehmetê kêşan û şev û roj xebitîn.

Mixabin ji ber şewba Korona û qeyranên siyasiyên Iraqê û rewşa xerap ya aboriya navxweyî û cîhanî, Herêma Kurdistanê li rewşeke nehemwar û hestiyar û li ber gefeke nû daye. Cejna Remezana pîroz bi derfet dizanim ku daxwazê ji aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê bikim, bi navê rûbirûbûna gefan û derbaskirina vê rewşa nehemwar ya li asta berpirsiyariya neteweyî û niştimanî da bin û rêya tebayî û birayetî û yekrêziyê li ber bigrin. Daxwaz ji hemû aliyek dikim li şûna hevdû şikandin û dirustkirina alozî û nakokiyên zêdetir, pêkve ji bo çareserkirina giriftên xelk û nehiştina astengiyên li ber gelê Kurdistanê hevkarê hevdû bin. Xelkê Kurdistanê li benda wê yekê ye ku hemû aliyên siyasî û her çi destkeft û serkeftina gelê Kurdistanê jî hebûye li sayeya yekrêzî û hest bi berpirsiyariya aliyan hatiye holê. Ji wê yekê jî piştrastim ku gelê Kurdistanê pişt bi xwedayê mezin bi serbilindiyê ve nexweşî û qeyranan derbas dike.

Li vê helkefta pîroz da hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo hemû welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dixwazim û hêviya ewe dixwazim xwedayê mezin rojî û îbadeta hemû misilmanan qebûl kiribê û ev cejne bibê cihê dawî hatina teror û nexweşî û êş û janan û vegerandina aramî û aştiyê ji bo hemû mirovayetiyê.

Mesûd Barzanî

30 ê Remezana 1441 ê Koçî
23.05.2020 Zayînî