Siûd Mela peyameke pîrozbahiyê belav kir

Siûd Mela peyameke pîrozbahiyê belav kir

PDK-S: Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, û sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya bi helkefta hatina cejna Remezanê pîrozbayî li tevaya musilmanên Kurdistanê û Cîhanê kir .

Siûd Mela sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya peyameke pîrozbayê bi helkefta hatina cejna Remezanê belav kir û têde pîrozbayî li tevaya Musilmanên Kurdistana Sûriyê û Musilmanên parçyên din yê Kurdistanê kir .

Herweha serokê ENKSê di peyama xwe de pîrozbayî li malbatên serbilindên şehîdên pêşmergeyên leşkerê Roj û tevaya şehîdên Kuristanê kir, û pîrozbayî li pêşmergeyên leşkerê Roj kir, ku li sengeran parastina xaka Kurdistanê dikin .

sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya gotjî, ku cejna îsal di rewşekê de hat ku vayrosa Korona rêgirî kiriye ku merasîmên cejnê weke salên bûrî werne li darxistin , û daxwaz ji kurdên Rojavayê Kurdistanê kir, ku hişyar bin , û tevaya rêkarên tendirustî bigirine ber da ku tûşî vayrosa Korona nebin .

Di dawya peyama pîrozbayê de Siûd Mela hêvî xwest ku ev cejin bibe cejna xêr û xweşiyê bo miletê kurd li tevaya Cîhanê , û bibe sedema belavbûna tebayê navbera hemû aliyên kurdî de li Rojavayê Kurdistanê .