Serkirdayetiya giştî ya Leşkerê Roj birûskeke pîrozbahiyê belav kir

Serkirdayetiya giştî ya Leşkerê Roj birûskeke pîrozbahiyê belav kir

PDK-S: Bi helkefta hatina cejna Remezana pîroz serkirdayetiya pêşmergeyê leşkerê Roj birûskeke pîrozbahiyê belav kir.

Di birûska xwe de serkirdayetiya leşkerê Roj got, ku em bi helkefta hatina cejna Remezanê gerimtirîn pîrozbahî arasteyî gelê kurd û di pêşî de hilgirê Ala rizgarkirina Kurdistanê serok Mesûd Barzanî û pêşmergeyên qehreman , malbat û kes û karên şehîd û birîndaran dikin.

Her weha hêvî dikin ev cejin bibe cejna xêr û berket û hezkirinê û berdewamiya rêbaza Barzaniyê nemir di yekîtî û pêkvejiyana aştiyane de .

Di dawiya birûska xwe de serkirdayetiya giştî ya leşkerê Roj hêvî kir û got, xwedayê mezin hezkirin , xweşî û aramiyê li Kurdistanê berdewam bike, ku ji berê de û heta niha kela xweragrî li beramberî hemî pîlanane .