Peyama Serok Barzanî ya li salvegera Şoreşa Gulanê

Peyama Serok Barzanî ya li salvegera Şoreşa Gulanê

Peyama Serok Barzanî ya li salvegera Şoreşa Gulanê
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li salvegera Şoreşa Gulanê da pêzanînên min ji bo rol û ked û koçberbûn û cangoriya wan hemû têkoşer û Pêşmergeyên qehreman heye ku beşdariya Şoreşa Gulanê kirin û dîrok û şanaziyê ji bo gelê Kurdistanê dirust kirin. Hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Şoreşa Gulan û hemû Şehîdên Kurdistanê be.

Şoreşa Gulanê hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezina Eylûlê bû û yek ji wan qonaxên girîngên berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê bû û selmand ku eger li qonaxek da xebata gelê Kurdistanê tûşî rawestan û şikestê hatibê lê îradeya têkoşîna gelê Kurdistanê tu demekê naşikê û bi vîn û hêzeke nû ve serîhildide.

Peyama Şoreşa Gulanê ku li bîst û şeşê Gulana 1976 da hilpêkir, peyama berdewam û berxwedan û pêdagiriyê li mafên rewayên gelê me bû û berdewamiya şoreşên dinê gelê Kurdistanê bû. Berhema Şoreşa Gulanê yekrêziya hêz û aliyên gelê me bû ji bo raperîn û federalî û fireh alî û hilbijartin û damezrandina sazî û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ku her hemû destkeftên giranbihane û bi xwîn û rondikan pêkhatine. Li salvegera çil û çaremîn salvegera Şoreşa Gulanê da tekez li ser peyama pêkvejiyan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê dikîn û xelkê Kurdistanê jî li wê yekê piştrast dikîn ku şoreş û xebat û qurbanîdana wan bi vala naçê.

Mesûd Barzanî
25.05.2020