Seîd Umer li ser mijara vekirina deriyê Fîşabûrê daxuyaniyek da
PDK-S: Berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya derbarê vekirina deriyê Fîşabûrê daxuyaniyek da û got dê ji bo şeş rojan were vekirin.
Seîd Umer, berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya taybet ji ARKê re ragihand Deriyê Fîşabûr û Sêmalka dê li pêş kesên ku bi seredan hatibû Herêma Kurdistanê were vekirin û dikarin careke din vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Umer da zanîn ku derî ji roja Şemiyê ango ji 30 Gulanê ta roja Pênşemê dê were vekirin û kesên li Herêma Kurdistanê dikarin vegerin.
Derbarê kesên ku bi seredan cûne Rojavayê Kurdistanê, Seîd Umer berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya tekez kir ku hîn tu biryar derneketiye.