Xwecihiya Til Temrê mijara yekhelwêstkirina Kurdî gotûbêj kir

Xwecihiya Til Temrê mijara yekhelwêstkirina Kurdî  gotûbêj kir

PDK-S: Xwecihiya Til Temrê ya ENKSê civîna xwe ya normal duh roja Sêşemê li dar xist, û pêşhateyên dawiyê yên girêdayî bi Rojavyê Kurdistanê ve gotûbêj kirin.

Civîn bi amedebûna hemû endaman bi rê ve çû, û bi xuleke bêdeng li ser canê pakrewanên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Di civînê de li ser asta siyasî behsa kedên derbarê yekhelwêstkirina Kurdî têne kirin, û piroseya siyasî ya ji bo dîtina çareyekê ji kirîza Sûriyê re hat kirin.

Li aliyekî din binpêkirinên girûpên çekdar li Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, hatin şermezarkirin.

Her di civînê de beşdarbûyan nîşan bi rewşa abûrî di serdema koronayê de û kiryarên çekdaran di şewitandina zeviyên cotkaran dan.

Di dawiya civîna xwe de, Xwecihiya Til Temerê ya ENKSê spasiya Herêma Kurdistanê li ser kedên nêzîkirin û yekhelwêstkirina aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê kir.