Mesrûr Barzanî peyamek belavkir

Mesrûr Barzanî peyamek belavkir

PDK-S: Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê zêdetir belavbûna Koronayê peyamek belavkir:

Welatiyên birûmet
Metirsiya Koronayê gelek cidiye û di wan rojan de jiber sistiya pabendbûn bi şîret û tedbîrên tendirustî, hêdî hêdî Korona bilez dîsa belav dibe.

Me di destpêka belav bûna Koronayê de, daxwaz ji welatiyên hêja kirk u pabendî şîret û tedbîrên tendirostî bin, spasiya we dikim ku pabend bûn û bi awayeke gelek baş pêşî ji belav bûna Koronayê hate girtin û ev serkeftina han bû cîhê giftûgo û baldariya gelek welat û saziyên navnetewî.

Lê mixabin niha ev pabendbûna han hinek sist bûye û hinek alî jî hewl bo bi siyasî kirina hewldanên hikûmetê yên rûbirû bûna Koronayê dane, xwestin şîret û tedbîrên han yên tendirostî bênirx û bê fêde nîşan bidin, mixabin jiyana welatiyan bo xizmet kirina armancên siyasî xistiye metirsiyê.

Niha ewin ku dijî şîret û tedbîrên tendirostî tev geriyane û hana xelk didan daku pêbendî şîretan nebin, lazime berpirsiyartiya xistine metirsiya can û tendirostiya welatiyan li stu bigirin û dawî bi lîstin bi jiyana xelkê bînin.

Ez careke din daxwaz ji tevahiya xuşik, bira û hevnîştimaniyan dikim pêbendî şîretên tendirostî bin û tendirostiya xwe û kesûkarên xwe û xelkê din jî jiber bandora ev propagendeya han nexin nava metirsiyan.
Selametiya we ji bo me ji her tişteke giringtire.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
29/5/2020