ENKSê derbarê binpêkirinên li Efrînê daxuyaniyek belav kir

ENKSê derbarê binpêkirinên li Efrînê daxuyaniyek belav kir

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, duh 1ê Hizêrana 2020, daxuyaniyeke şermezariyê derbarê tawan û binpêkirinên ku li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rû didin belav kir, tê de ji Turkiyê û Civaka Navdewletî xwest ku dawî bi binpêkirinan bînin.

ENKSê di daxuyaniya xwe de gotiye: Hîn jî, hin girûpên çekdar di binpêkirinên xwe yên tund li herêmên Efrîn, Serê Kaniyê, û Girê spî de berdewam min, bi taybet li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ku bajar û bajarokên wê rastî tawan, û kiryarên dijî pirensîpên mafê mirovan tên, herwiha dizî, desteserkirin, şewitandina mal û dukanan, kolandin û têkdana zeviyên zeytûnan, kar ji guhertina demoxrafî, girtina ciwanan, û eşkencedana wan ta asta şehîdbûnê berdewam in.

ENKSê da zanîn jî: Nakokî û bihevketina wan girûpan li ser mal û mulkan, revandina wan çekdaran ji jinên Kurd re eşkere kir, ku ji bo girtîgehên nehênî hatine birin, û bi şêweyekî dijî pirensîpên mirovahiyê danûstandin bi jinên Kurd re hat kirin.

Emîndariya Giştî ya ENKSê nîşan bi wê yekê da: Di dema ku ENKSê bi tundî van kiryar û binpêkirinên tund û pilankirî di dermafê gelê Kurd û hemû gelê herêmê li Efrînê şermezar û riswa dike, di heman demê de, daxwaz ji Civaka Navdewletî, û Turkiyê dike ku bilez binpêkirinan rawestînin, û tawanbaran size û dadgeh bikin, herwiha kar li ser derxistina van çekdaran ji herêmên niştecîbûnê û ji bajar, bajarok û gundan derxînin, û rêveberiya wê radestî welatiyên wê bikin.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Emîndariya Giştî ya ENKSê bang li Netewên Yekgirtî, rêxistinên mafê mirovan, û encûmena welatên girêdayî bi rewşê ve, kir ku li kêlek gelê Kurd rawestin, û derfetê li pêş rêxistinên mafperwerî yên navdewletî, û ajansên ragihandina cîhanî vekin da ku binpêkirinan romal û belge bikin, herwiha kar li ser dabînkirina ewlehî û aramiya van herêman bikin.