Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Emerîkayê rewşa Iraqê nirxand

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Emerîkayê rewşa Iraqê nirxand

PDK-S: Roja Sêşemê 2 Hizêrana 2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Masiyo Tuler Balyozê Emerîka li Iraqê kir.

Di civînê de rewşa Iraqê û pêşhatên belavbûna pejika vayrosa korona û encamên wê yên aborî, gef û tevgerên DAIŞê, destbikarbûna Serok Wezîr birêz Mistefa Kazimî û hewlên wî yên ji bo temamkirina kabîneyê û diyaloga stratejiya Iraq û Emerîka ku vê mehê bi rê ve diçe, hatin nirxandin.

Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya Herêma Kurdistanê ji bo Hikûmeta birêz Kazimî dûpat kir û hêvî xwest pêkhatên kabîneyê bêne temam kirin da ku Hikûmet bikarê ji bo rûbirûbûna gefan û rewşa aborî, siyasî, emnî û rûbirûbûna koronayê hengavan bavêje.

Herdu aliyan li ser girîngiya diyaloga stratejiya Iraq û Emerîka hevra bûn ku dibê çarçêweyek ji bo peywendiyên Iraq û Emerîka, ji bo vê mebestê jî divê Iraq berjewendî û ewlewiyetên xwe destnîşan bike. Herwiha tekez li ser hevkariya Emerîka ya ji bo piştgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê ya derbaskirina rewşê û pêwîstiya berdewam ya piştgîriya hevpeymaniya navdewletî li şerê dijî terorê de kirin.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û girîngiya hevkariya aliyan ya ji bo derbaskirina rewşê û rola Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya li vî derbarî de, teşwiq û handana veberhênan û kerta taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê mijareke dinê civînê kobûneweke bû ku birêz Stêven Fagin Konsolê Giştî yê Emerîka li Hewlêrê jî li civînê de amade bû.