ENKSê daxwiyanuyek arastey raya giştî kir

ENKSê daxwiyanuyek arastey raya giştî kir

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek 8ê Hizêrana 2020 belav kir. Di daxuyaniyê de mijar û babetên girêdayî bi rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ve gotûbêj kirine.

Daxuyanî wiha dest pê kiriye:
Sûriyê di rewşeke abûrî zehmet re derbas dibe, ku lêreya Sûrî rojane qêmeta xwe winda dike, û li hember dolarê Emerîkî û diravên biyanî hildiweşe, ew yek bandorê yekser li ser jiyana welatiyan dike, dihêle ku rêjeyek bilind di bin hêla hejartiyê de bijîn, di heman demê de, karker bi mûçeya kêmtir ji 25 dolarên Emerîkî di heyvekê de kar dike, lewma êş û azar di çarçoveya rewşa kerasatî ya ku Sûriyê ji beriya çend salan ve tê re derbas dibe zêde dike, ku di çend salan ve ji ber hişkbûna rêjîmê û neguhdanê ji biryarên navdewletî re, piroseya siyasî, da ku çareyek ji kirîza Sûriyê re bibînin hatiye rawestandin.

Dilgiraniya welatiyê Sûrî ku êdî nikare pêdiviyên xwe dabîn bike zêde bûye, û di rewşeke tirsê de ji ber nebûna madeyên sereke û derman dijî, nexasim cibicîkirina yasaya Qeyser ya ku li dijî rêjîm û dezgehên wê nêzîk bûye.

Li cem şêniyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê nerihetî û dilgiranî zêde dibin, ku piraniyê welatiyên wê dabara jiyana wan li ser jêdera berhemên genim û ceh in, ji ber biryarên PYDê di danûstandina bi welatiyan re, û bazirganî bi beheman û sepandina nirxekî erzan ku têra têçûna wê nake û bi hilweşandina lêreya Sûrî re nayê berewerdikirin, serbarî destnîşankirina nirxê berheman û kirîna wê ew biryaran hişt ku xem û dilgiraniyê zêde bibin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê hevdemê hevxemê welatiyan e, di heman demê de bang li hemû aliyan dike ku rêyeke xweş ji bo firotina berheman û destnîşankirina nirxekî guncaw û baş dabîn bikin, da ku bargiraniya hilweşandina lêreya Sûrî li ser wan kêm bike û alîkariya wan di dabînkirina pêdiviyan de bikin.

Herwiha bang li Encûmena Civaka Navdewletî dike ku fişarê li ser rêjîmê bikin ku piroseya siyasî bi kar bîne û çareya siyasî ji kirîzê re bibîne, û rêyan ji pirsgirêga herifandina lêre û rewşa abûrî re bibîne.

Herwiha bang li Netewên Yekgirtî û rêxistinên mirovî dike ku destê xwe li hember gelê Sûriyê dirêj bikin, û pêdiviyên xwarinê yên rojane dabîn bikin û sawêla birçîbûne dûr bixînin.