PDK-S raporta miha Pûşberê bilav kir

PDK-S raporta miha Pûşberê bilav kir


PDK-S: Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê raporta xwe ya miha Pûşberê belav kir, û di raportê de hijmarek mijarên siyasî û meydanî li ser astê Sûrî û herweha kurdî û helwêsên Navdewletî derbarê pêşhateyên Sûriyê de gotûbêj kirin .

Di raporta polîtbîroya partî de hatiye, ku gelek fişarên siyasî û abûrî û hemereng li ser rêjîma Sûriyê tên kirin da ku çareseriya siyasî ji bo kirîza Sûriyê li gor lêvegera Cinêv1 û biryarên Navdewletî û nexasim herdu biryarên (2254)û(2118) û hinek biryarên girêdayî rewşa Sûriyê qebol bike .

Yek fişarên herî diyar yên vê dawiyê yasaya Qeyser, ku bi Sîzer jî tê naskirin bi navê yasaya parastina sivîlan dê 17 vê mehî were sepandin û cîbcîkirina bi serê rêjîma Sûriyê û kesayetên wê û kompaniyên têkiliyên bi rêjîma Sûriyê re dikin û dewlet û alî û rêxistên ku destên wan bi rêjîma Sûriyê re heye .

Herwha di raporta Partiyê de hatiye , diyare lihevhatinek dinavbera Rûsya û Emerîka de diyar dibe li ser piraniya pirsên Sûriyê, û guhertina Rûsyê navê balyoziyê xwe li Sûriyê û niha bi navê şandiyê serokê Rûsyê taybet bo Sûriyê wate (almendûb Elsamî) ango Hakmê Rasteqîne yê Sûriyê û herwha gelek rêkeftin jî hene di navbera dewletên herêmî de mîna Tirkiyê û S'ûdiyê û gelek dewletên kendava Erebî .

Herweha Emerîka bi berdewam kar dike ji bo rêxistina rewşê û bi taybetî jî li Rojhlatê çemê Feratê mîna beşek ji çareseriya siyasî û herweha hewildanê hevbeş û cidî dike ji bo derxistina mîlîseyên girêdayî Îranê û Hizbelah û tê pêşbînîkirin, ku çareseriyê ji hinek doz re bibîne li Sûriyê mîna keysa Felestînî û Colanê pêş guhertina bingeha rêjîma Sûriyê .

Herweha di raporta Polîtbîroya Partiyê de hatiye, ku Tirkiyê aliyeke siyasî serekeye di kirîza Sûriyê de, û rolek wê ya diyar li ser dirêjahiya sînaryoya Sûriyê heye û rêkeftina bi herdu wleatên Emerîka û Rûsya re derbarê Sûriyê pirsên Rojhilata Navîn mzekrîye , herweha Tirkiyê û armancên xwe yên berfereh, di Rojhilata Navîn de hene û dixwaze navçeyên desthilatdariya xwe berferh bike, û tirsa wê jî li guhertinên Herêmî heye û guhertinên biliz heye.

Beşekî din raporta partiyê bal kişandiye ser hêzên Îranê li Sûriyê de, ku çi niyaza wê ji vekşana Sûriyê nîne û dê berdewam be di piştevaniya rêjîma Sûriyê de, Wate derxistina mîlîsyayên girêdayî Îranî ji Sûriyê zehmete lê belê Îran jî li pêşiya gelek fişarên derve û navxweyî ye, û ji xwe destêwerdana wê di karûbarên hinek welat de rewşa wê zehmet tir kiriye, û bi hatina nexweşiya Korona rewşa Îranê gelek zehmet tir bûye û dibe, ku rastî encamêne xirap were jiber kareketerên ji derve û yên hundir û fişara wan li ser desthilata Îranê.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê Mistefa Kazimî gavên cidî ji bo xwerêkxistina karê Îraqê û hikûmeta wê di avêje û ji aliyê xwe ve jî hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Kazimî diyar kir, û daxwaz ji kazimî kir, ku nakokiyên di navbera herdu aliyan de bi cidî werbigre û çareser bike li gor destoriyê .

Di beşekî din yê raporta polîtbîroya partiyê de hatiye, ku Kurdistana Sûriyê rastî bihabûneke mezin ya jiyanê tê û tiştekî wisa tu dema rûnedayê û ewjî bi sedemên daketina lêreya Sûrî li himber dolara Emerîkî lewma zêdetirî nîvê miletê me wê li jêr hêla hejariyê bijî û metirsiya birçîbûneke rasteqîne heye û pêşbînî kiriye, ku piştî cîbicîkirina yasaya Qeyser wê fişar mezintir be, û dê bihtir lêreya Sûriyê dakeve û hejartir be û herwiha ji xwe êş û azarên miletê me li Efrînê , Girê Spî û Serê Kaniyê dûqet dibin û ji ber binpêkirinên berdewam ji aliyê girûpên çekdar ve, û di vê dawiyê de jî revandina hinek jinên kurd li Efrînê li pêş çavê civaka Navdewletî û hemî dunyayê û em daxwazê ji hemî cîhana azad dikin û hewara xelkê me li Efrînê were û van grûpan ji Efrînê derxîne û rêveberiya Efrînê radestî miletê Efrînê bixwe bike .

Di dawiya raporta polîtbîroya partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya de hatiye, ku hewldanên cidî ji bo pêkanîna yekhelwêstiya kurdî heye û geşbînî heye, ku ew hewldan bighin armancine diyar di demeke nêzîkî de.