Cêfrî û Fêrşînîn çareserkirina kirîza Sûriyê gotubêj kirin

Cêfrî û Fêrşînîn çareserkirina kirîza Sûriyê gotubêj kirin

PDK-S: Cêgirê wezîrê derve yê Rûsya û şandiyê Emrîka yê taybet ji bo Sûriyê di rêya peywendiyeke telfûnî çaweniya çareserkirina kirîza Sûriyê gotûbêjkirin .

Wezareta derve ya Rûsya di daxuyaniyekê de ragehand, ku sêrgî Fêrşînîn û Cêmis Cêfrî peywendiyeke telefûnî derbarê çaweniya çareserkirina kirîza Sûriyê li gorî biryara Navdewletî 2254 encamdan.

Weke di daxuyaniya wezareta dreve ya Rûsya de hatiye, ku herdu aliyan pêşveçûnên li ser erdê li Sûriyê , û gerntîkirina berqerarbûna ewlehiyê li Idilbê û rojhilatê çemê Feratê gotûbêjkirin.