Agir bi zeviyên gundewarê Hesekê ket

Agir bi zeviyên gundewarê Hesekê ket

PDK-S: Diyardeya şewtandina dexil û danên cotkarên kurd li Rojavayê Kurdistanê heta niha berdewame ya herî dawî jî 1315 donim yên zeviyên çandiniyê li gundewarê Hesekê hate şewtandin .

Li gorî jêderan daye diyakirin, ku di heyama 24 s'etên bûrî de agir bi zeviyên genim û ceh yên her yek ji gundê Bîrkinês , Sêgir, Elxidrawiyê û am Elşewalê yê li gundewarê bajarê Hesekê ket, û di encama wî agirî de bêhtirî 1300 donim şewtî .

Ji despêka werzê çinînê li Rojavayê Kurdistanê û heta niha li bajarê Hesekê û gundewarê wê bi tenê zêdetirî 22 hezar donim zeviyên çandiniyê wate zêdetirî 22 hiktar şewtî ye .