Sûriyê.. 7 kes li gundewarê Şamê bi Korona ketin
PDK-S: Tendirustiya rêjîma Sûriyê pêketina 7 kesên din bi vayrosa Koronayê li deverên jêr kontrola xwe raghand.
Wezareta tendirustiyê ya rêjîma Sûriyê roja Yekşemê 15.06. 2020 raghand , ku 7 kesên din bi vayrosa Koronayê li bajarokê Ras Elm're li gundewarê Şama paytexta Sûriyê pêketine .
Li gor tendirustiya rêjîma Sûriyê heta niha hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihişte 177 kesan.
Ji wan pêketiyan di demên bihûrî de 71 baş bûne û 6 jî jiyana xwe jidest daye .