Daxuyaniya hevbeş: Ev gav weke gavek dîrokî ya girîng ber bi lihevkirinek mezintir e

Daxuyaniya hevbeş: Ev gav weke gavek dîrokî ya girîng ber bi lihevkirinek mezintir e

PDK-S: Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî, îro 17ê Hizêrana 2020an daxuyaniyek hevbeş belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye: Di 16 Hizêranê de şandeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û Partiyên Yekîtiya Niştimaniya Kurd pêvajoya destpêkê ji diyaloga Kurdî bi dawî kir, û bi hev re gihiştin nêrînek siyasî ya hevbeş û lihevkirinên pêşîn ku bendên (Rêvebirin, Hevbeşî, Ewlehî û Parastinê) yên rêkeftina Duhok ya 2014anbikin.

Daxuyaniyê serbar kiriye: Bingeha berdewamkirina danûstandin û diyalogên di navbera herdu şandeyan de, wê peymanek gîştî di pêşeroja nêz de îmze bikin. Herdu şandeyan tekezî bi hevkarî û yekîtiya Kurdî li Sûriyê kir, û ev gav weke gavek dîrokî ya girîng ber bi lihevkirinek mezintir û hevkariyek pratîk di berjewendiyên gelê Kurd li Sûriyê, û hemû pêkhateyên Sûrî de pêşwazî kirin.

Daxuyaniya hevbeş amaje pê kiriye: Herdu şandeyan ev xebat oxirî cangoriyên mezin yên ciwan û keçên Sûriyê, û bi taybet şehîd û birîndarên Rojavayê Kurdistanê û malbatên wan yên ku jiyana xwe kirin berdêla şerekî birûmet ji bo parastina cîhanê ji sitemkariya DAIŞê re.

Daxuyaniyê tekez kir: Ev lihevkirin weke gava yekemîn ya girîng ku em bi serpiriştiya Cîgirê Şandeyê Emerîkî yê Taybet ji Hevpeymaniya Navdewletî re Balyoz Wilyam Robak û FermandarêGîştî yê Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî de gihiştinê.

Nîşan bi wê yekê da: Herdu şande, ji bo destpêşxeriya wî ya yekirina rêza Kurdî li Sûriyê Fermandar Mazlûm Ebdî, bi rêzdarî spas dikin, û ji bo destek û keda wan ya di yekirina rêza Kurdî de Rêzdar Serok Masûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spas dikin.

Di dawiya Daxuyaniya hevbeş de anî ziman: Her wiha ji bo sponserî û desteka wan ya bihêz ji bo yekrêziya Kurdan û piştgiriya wan ji misogerkirina pêşerojek demokrat û piralî li Sûriyê ku mafê hemû pêkhateyan tê de bê rêzgirtin dewleta Emerîka spas dikin.