Serok Barzanî serxweşî ji malbata Pêşmergeyekî Îlûn û Gulanê re xwest

Serok Barzanî serxweşî ji malbata Pêşmergeyekî Îlûn û Gulanê re xwest

PDK-S: Serok Mesûd Barzanî, nameyek sersaxiyê ji malbata Pêşmergeyekî Îlon û Gulanê re şand, tê de wiha hatiye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêzan li malbata Mamosta Mela Hemed Emîn Giwêzlêngeyî

Bi xemeke mezin nûçeya koçadawiya Pêşmergeyê şoreşa Eylûl û Gulanê Mela Hemed Emîn Giwêzlêngeyî gihîşt me.

Mamosta Hemed Emîn Giwêzlêngeyî gedeyeke bi wefa û dilsozê Partî û Rêbaza Barzanî û kesayetiyeke niştimanperwer bû.

Bi vê helkefta xemgîn sersaxiyê li tevahiya malbata we ya birêz û xizm û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê Mamosta Mela Hemed Emîn bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
17.06.2020