MSDê seredana PDK-Sê li Dirbêsiyê kir

MSDê seredana PDK-Sê li Dirbêsiyê kir

PDK-S: Roja Pêşemê 18.06.2020, şandek ji Encûmena Sûriya Demokrat MSDê, seredana nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê, li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Şanda MSDê ji aliyê endamên PDK-Sê li Dirbêsyê ve hat pêşwazîkirin, di civînê de herdu aliyan behsa pêşhate û bûyerên dawiyê li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir .

Her di civînê de MSDê û PDK-Sê giringî dan lihevkirina ku navbera ENKSê û PYDê çêbûye û ew gav bi dîrokî binav kir.