Amerîka: lihevkirina di navera ENKSê û PYNK de pêngavek girîng e

Amerîka: lihevkirina di navera ENKSê û PYNK de  pêngavek girîng e

PDK-S: Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyê derbarê rêkeftina ENKS û PYNK de daxuyaniyek bi zimanê Kurdî belav kir û evjî deqa daxuyaniyê ye :

Di 16 Hezîrana 2020de, li bajarê Hesekê,Sûriye şandên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê û PartiyênYekîtiya Niştîmaniya Kurd PYNK qonaxa yekemîn ji danûstandinên yekîtiya Kurdî bidawî kirin.

Herdu şandeyan bi serokatiya PYDû PDK-Sê ji dezgehên ragihandina herêmî re piîtrast kirin, ku gihiştin lihevkirinên pêşîn da ku peymana Duhokê ya 2014an bikin Bingehek ji bo berdewamkirina danûstandinên yekrêziya kurdî, ku dê hevkariya Îdarî , Serwerî û Parastinî tê de binerxînin.

Herdu aliyan li ser nêrînek siyasî ya hevbeş lihevkirin û tekez kirin, ku ew dê berdewambin di danûstandinan de bi mebesta, ku peymanek berfireh di pêşeroja nêzîk de Îmze bikin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka vê lihevkirina pêşîn weke pêngavek girîng ber bi lihevkirinên mezintir û hevkariya pratîk pêşwazî dike, evê sûdê ji gelê Kurdê Sûrî û tevahî pêkhateyên Sûriyê re wegêr dike.

Herdu şandeyan cangoriyên mezin ên gelê Sûrî , nemaze ên xwe di şerên bi rûmet
De feda kirin da, ku Cîhan ji sitemkariya DAIŞbiparêzin, pejirand.

Ev lihevkirin sembola yekem pêngavek girîng a kordînsyoneksiyasî a mezintir di navbera Kurdên Sûriyê bi piştgiriya Amerîka de, herweha dê bibe alîkar ji bo çareseriyek aştiyane ji aloziya Sûriyê dibin biryara 2254a Netewên Yekbûyî de, da ku hevalbendên tevahî pêkhateyên Sûrî yên dijberî rêjîma Esed bike.