Iran: Yasaya Qeyser red dike û tekeziyê li ser piştevanîkirina xwe ji rêjîmê re dike

Iran: Yasaya Qeyser red dike û tekeziyê li ser piştevanîkirina xwe ji rêjîmê re dike

PDK-S: Wezareta derve ya Iranê dibêje cîbicîkirina sizayên yasaya Qeyser li ser rêjîma Esed û alîgirên wê lidijî pirensîp û yasayên Navdewletî ye û tekezî li ser berdewamiya piştevaniya xwe bo rêjîma Esed kir .

Ajansa Fars ya nûçeyan li ser zarê berdevkê wezarta derve ya Iranê Ebas Mûsewî veguhest, ku sepandina sizayên nemrovî lidijî rêjîma Sûriyê bi taybet di çarçoveya metirsiya belavbûna Korona êş û azarên Sûriyan zêde tir dike, û got jî Iran qet guh nade van sizayan jiber ku armanca sepandina yasaya Qeyser li ser rêjîma Sûriyê ji aliyê Amerîka têkçûna rewşê û nepeydakirina ewlehî û aramiyê ye .

Mûsewî herweha serbar kir , û got tevî ku yasaya Qeyser ketiye warê cîbicîkirinê de jî lê welatê wî qet pabendiyê nake û wê her berdewambe di piştevanîkirina rêjîma Sûriyê û bihêzkirina peywendiyên xwe bi rêjîmê re .