ENKSê spasiya Serok Barzanî li ser piştgiriya danûstandinên yekhelwêstkirina Kurdî kir

ENKSê spasiya Serok Barzanî li ser piştgiriya danûstandinên yekhelwêstkirina Kurdî kir

PDK-S: Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê piştî ku civîna xwe ya ku duh 18ê Hizêranê 2020an de, hatibû lidarxistin, bi dawî anî, daxuyaniyek belav kir, tê de mijar û babetên ku hatine gotûbêjkirin dane diyarkirin

Di daxuyaniya Emîdariya Giştî ya ENKSê de hatiye ku civîn li ser rewşa siyasî li welêt û rawestandina karê Komîta Destûrî ji çend heyvan ve ji ber hişkbûna rêjîmê û neamedebûna wê ji dîtina çareyeke siyasî da ku kirîza ku bandora xwe li ser her warekî di jiyana welatiyan de kiriye bi dawî bîne rawestiye naxasim daketina qêmeta lêreya Sûrî li hember bilindbûna nirxê dolar Emerîkî bandor kiriye ku di encamê de nirx bilind bûn û barê peydakirina debara jiyana rojane girantir kir, herwiha derencamên ji cibicîkirina yasaya Sîzer li ser gelê Sûriyê bê ku Civaka Navdewletî ta niha bi rêkarekan rabe û eş û barên welatiyan sivik bike behs kiriye.

ENKSê aniye ziman ku di civînê de beşdarbûyan ji aliyên navdewletî û rêxistinên mirovî bang kir ku bi rola xwe rabin û xizmetguzariyên hawarçûnê di demeke nêzîk de pêşkêş bikin, û guvaj û fişarê li ser rêjîmê bikin ku bi çareya siyasî li gor biryarên rewe yên navdewletî girêdayuî bi Sûriyê ve razî bibe.

Li aliyekî din di civînê de daxwaz ji opozisyonê kir ku çareyekê ji nakokiyên xwe re bibîne û ji karê xwe re di berevanîkirina di ber armancên şoreşa Sûriyê vala bike, û êş û azarên gelê Sûriyê ji Civaka Navdewletî re veguhêze.

Di civînê de jî tekezê li ser berdewamiya ENKSê ji helwêsta xwe di yekbûna Desteya Danûstandinên Sûrî û lihevkirina pêkhateyên wê da ku xweşkirinek di nav rêzên wê de çê bibe kir û kar û kedê ENKSê di vê derbarê de bilind hat nirxandin

Li aliyekî din civîna Emîndariyê derencamên danûstandinên niha bi partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd û daxuyaniya hevbeş ku di 16ê Hizêrana 2020an de bi serpireştiya Emerîka hatibû derxistin nîşan pê kirin û bi erînî gihiştina ji nerîneke siyasî hevbeş li gor rêkeftina Duhokê wek bingeheke ji bo destpêkirina qonaxa duyem û cîbicîkirina hevpariyeke rasteqîne û wekhevî di warên daeshelatdariyê û mijarên leşkerî û abûrî bilind nirxandin

Li aliyekî din jî beşdarbûyan li ser helwêstên nerênî yên ji hin kesayetiyên opoziisyonê derketine rawestiyan û tekez kirin ku ew nerîn û helwêst xizmeta Sûriyê nake û tu carî jî nabe rêgir ji berdewambûna danûstandina da ku bigihin rêkeftineke giştî li ser bingeha 2254 herwiha danîna têkiliyên baş bi her aliyeke opozisyonê re yên ku baweriya wan bi demoqratiyê û mafên hemû pêkhateyan heye. Herwiha banga danîna têkiliyên baş bi welatên cîran re li ser rêzgirtina bihevguhertî û bang li hemû sûriyan kir li şûna kîn û nebaşiyê destê xwe li ber damezrandina baweriyê û hevkariyê û pêkevejiyanê dirêj bikin û kar li ser avakirina Sûriyeke demoqrat yekgirtî kir

Li ser pinpêkirinên tund û hewlên guhertina demoxrafiyê di dermafê herêmên Efrîn Serê Kaniyê û Girê Spî de Emîndariya Giştî ya ENKSê ew binpêkirin şermazar kirin û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku bi rola xwe rabe û wan binpêkirina rawestîne û kar li ser vegerandina derbider û vegerandina mal û milkên wan û qerebokirina wan û rasetdkirina wan herêman ji bo xelkê wê bikin

Emîndariyê biryar da ku rola encûmenê di nav gel de di çarçoveya karîn û şiyanîên xwe rabe û peywendiyên xwe bi pêkhateyên olî û netewî re bihêz bike

Di dawiya daxuyaniya xwe de helwêsta Emerîka û guhdana wê bi mijara yekhelwêstkirina Kurdî û belavkirina daxuyaniyekê bi zimanê Kurdî bilin nirxandin ku weke gaveke dîrokî ye ber bi cibicîkirina hevpareiya gelê Kurd di pêşeroja Sûriyê de di rêya piroseya Siysî li Civê li dar dikeve tê herwiha rola Serok Mesûd Barzanî li sr piştgiroya xwe ji danûstabdinên derbarê yekhelwêstkiri yekrêziya Kurdî kir.
Wergerandina daxuyaniyê: Ş.E