PDK-Sê li Qamişlo semînarek siyasî li dar xist

PDK-Sê li Qamişlo semînarek siyasî li dar xist

PDK-S: Roja, 21ê Hizêrana 2020an, li nivîsgeha Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya ya li Qamişlo, şaxê Kornîş yê PDK-Sê, semînarek siyasî li dar xist.

Li gor malpera Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê: Semînar ji aliyê Mihemed Seîd Wadî, endamê Komîta Navendî ya Partî, û Qedrî Can berpirsê şaxê Kornîş bi rê ve çû.

Di despêka semînarê de, xuleke bêdeng li ser canê pakrewanên Kurdistanê rawestiyan, piştre Mihemed Seîd Wadî dest bi semînarê kir.

Di semînarê de behsa pêşhateyên dawiyê hate kirin, tê de tekezî li ser yekhelwêstkirin û yekrêziya navmala Kurdî kir.